hemû řojim letaw êşî birînê

From the Book:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
By:
Arif Urfi (1896-1961)
 1 minutes  447 views
hemû řojim letaw êşî birînê
le kuncî sîne dê nałey ḧezînê
eme jîne ejîm têya le dunya
jyanî çî xwa bîbřê çi jînê
le lêşawî zuxawî sîne eřzê
lejêr serma hemû anê sirînê
be ummêdim heta mawim le ’umra
xwa her çonê bê ’ebdî bijînê
feqet da’îm xeyałim tirsî merge
ecel bo gyanekem kewte kemînê
xwa eyzanê laşem çon enêjrê
çi şwênê bê le kam xak û zemînê
birader ’aqîbet her çûne boman
xwa her xoy û her mułkî emênê
nebestî pişt be řûxoşî zemane
ewendey pê neçê îmřo û subeynê
lenaw xaney min û to řojê eybînê
lepiř berz bê seday giryan û şînê
ke wa bû takû mawî nawê derke
kiławêkî be řeḧmet bû le serke