hemû şew serlenwê bom dê bełayê

From the Book:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
By:
Arif Urfi (1896-1961)
 1 minutes  356 views
hemû şew serlenwê bom dê bełayê
le her layê bełayê labelayê
nebû satê ke sakîn bê diłî min
qeder eřwa lecêy ew dê qezayê
hełî pêçabû gopkey darî bextim
’edwî bařeş eger dewrî nedayê
minewer bûbû kaşaney derûnim
le bextim mangî çwardem bo hełayê
newek tenha minim meḧzûnî dewran
le her layê ebînim mubtelayê
tełaqî sê be sê dem bûkî dunya
’îlac nakirê be fitway hîç melayê
le dunyada çi xoşîm dî hemû şew
fełek bom dabbarênê cefayê
necatim bê ledes cewrî zemane
be firyadim biga saḧîb wefayê
beřastî meqsedit îxlase ’urfî
dexałet ke be goşey xaneqayê