meke baweř bewey pîşey hemîşe çewt û dû řû bê
From the Book:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
By:
Arif Urfi (1896-1961)
2 minutes
673 views
meke baweř bewey pîşey hemîşe çewt û dû řû bê
be zahîr ewlyay wext û le batînda wekû cû bê
ecelman wa le meydana wekû perwane dewrane
le xoman bê xeber nakaw legełmana berewřû bê
ecel we’dey ke hat hergîz deqîqemołetê nada
ledes em załme řizgarî nabê ger erestû bê
ke koçit kird le dunya a lejêr xakî sya penhan
ebê em laşe cwaney ême tu’mey mar û mêrû bê
çi xêrêkim le dunya dî be ẍeyrî fîtne û aşûb
netîce çûne lem dunyaye wa çake heta zû bê
ewey çakey ledes naye xirapey kirduwe pîşe
benaw herçende zîndû bê bełam way danê mirdû bê
birader çakeye ’edle wefaye her emênê bot
wekû newşîrwan takû qyamet nawî zîndû bê
le wextî mirdina ferqî nîye ser texte ya xake
lejêrta doşeket qû bê weya peřřî perestû bê
be haş û hûş û tezbêḧî dû sed dane meke baweř
girewburde kesanêke tebî’etberz û xoşřû bê
hemû kes wacîbe boy bo sefer dwařojî berçaw bê
bepêy e’malî muḧtacî be çend nanêkî têşû bê
cenazey dařzawî bête ber çawit çonMissing eyzanî
qumandanêkî urdûyê weya cwanêkî diłcû bê
be ḧałî zu’fî ’urfîPen name wa mezane dûr le yarane
tenafî řişteyî dînî dû let nabê eger mû bê