le kuncî sîne dê da’îm bekuł nałey ḧezînî dił

From the Book:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
By:
Arif Urfi (1896-1961)
 1 minutes  548 views
le kuncî sîne dê da’îm bekuł nałey ḧezînî dił
beser çû muddetî ’umrî nema ummêdî jînî dił
cewanim, merḧemet fermû mehawêje tya pence
dexîl wirya be ba nekulêtewe tuxwa birînî dił
leber lafawî esrînî dû çawî piř le giryanim
le sertaser becarê ẍerqî xwênawe cebînî dił
be şew lecyatî xew çawim temaşa ke çi hełřêjê
be zûxaw řeş buwe bester lejêr serda serînî dił
ke min lam gułşenî cennet wekû kułxanî dozex bê
îtir çî bênête berhem le guł řêḧan zemînî dił
diłî bo řagrî esrarî sînem bû ewîşim çû
le kwê kwa meḧremê ta boy beyan kem min nihênî dił
le ḧesret çînî egrîcet le pêçî peçeyî řûta
wekû çînî serî zułifit buwe dîwar û çînî dił
diłêkî feqir û bêçare, biçêjê em hemû derde
bebê ’îllet nîye řoj û şewî nałe û girînî dił