dûr perêzin lêm emêste komełî yaranî min

From the Book:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
By:
Arif Urfi (1896-1961)
 2 minutes  557 views
dûr perêzin lêm emêste komełî yaranî min
bê sebeb terkî efermûn suḧbetî caranî min
tîrî hîcrane cigergahî jyanî pare kird
muşkîle çarey birîn û derdî bêdermanî min
dił esîrî derd û yarî bêwefaş lêm ’acze
na’umêd û zwîre lêm canî min û cananî min
derdî dûrî yar û da’îm şewnşînî întîzar
ta seḧer bêdare bexwa çawî piř giryanî min
şew heta wextî seḧer bê yar û ẍem yawer buwe
ah çi ałoze be destî cewrewe dewranî min
mestî badey axrî ’umirim, cwanîş çû le des
boye êste xałî mawe camî ser lêwanî min
wa lenaw gêj û şepolî ẍem diłî bêçarekem
ẍerqî xwênawî cigerme ta be aw damanî min
takû em nîweḧeyatem mawe řeḧmê bo xwa
bo şewêk teşrîf bihêne xaneyî wêranî min
yar û yawer lêm be dûr kewtin le nałenałî şew
boye da’îm diłḧezînin meclîsî dîwanî min
her ke êware bibê taqî birot mîḧrabme
nakirê bê ẍa’île bom nwêjêkî şêwanî min
malamale xaneyî sînem leber derdî fîraq
kaseyî keylim be keyle puř le ẍem pêwanî min
derdî pîrî wez’î kem ewza’î bom bote sebeb
bê ser û samane fikirî bê ser û samanî min