eger derdim bizanê dûr le řûy to ah çi berbadim

From the Book:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
By:
Arif Urfi (1896-1961)
 1 minutes  531 views
eger derdim bizanê, dûr le řûy to ah çi berbadim
meger řojî qyamet lêt bisênê dadger dadim
bebê şu’ley cemalit gîrewey destî ẍem û derdim
ke řûy to bibînim ewsate le zincîrî ẍem azadim
nesîḧet mayey azadîye, mîḧnet ebê za’îl
le cwanan xot biparêze wehay fermûbû ustadim
eger ’umrê weha bê tya nebînim jînî bê jan bê
birader takû mawim şerte min lem ’umre naşadim
leřûy nadanî bû řûy tom muqabîl mah û perwîn kird
ẍełet bûm cahîlim lêmmegre qurban fermû îrşadim
eman mirdim betenhayî ke tenha bo xwaye û bes
xefetbarim be şew ta řoj le derdî dad û bêdadim
xerabey xaneyî cismim leser emroz û ferdaye
îtir ḧacet nema binken biken dîwarê bo binyadim
ke to dûr bî le erbabî fesaḧet fikirit hełnegrê
ḧesadet boç ebey ey bêhuner be teb’î xudadadim