dił le hîcirit wa le xemda mahî ken’anim were

From the Book:
Dîwanî Tahîr Begî Caf
By:
Tahir Bey of Jaff (1878-1918)
 2 minutes  3427 views
dił le hîcirit wa le xemda, mahî ken’anim were
zexme cergim bo fîraqit, zû be luqmanim were
sed tebîb hat û ’elacî em birînaney nekird
to ’elacî zexmekem ke, sa be amanim were
ger dezanî çend peşêwe ḧałekem bo dîdenit
sed ewendey zułfekanit dił perêşanim were
lutif û taney to lelay min herdû wek yek řeḧmete
ke’be keç nabê, leber lomey řeqîbanim were
herkesê hat û betîrî ẍemzeket sed pare bû
kes nîye wek min ḧerîfit, merdî meydanim were
kafra, derdî fîraqit wa le cergim karîye
sa bike řeḧmê be ḧałim, mahî tabanim were
sed keřet îmřo le dûrît xwên leçawim carîye
ẍerqî deryay eşkî xwênim, şemsî xûbanim were
ga degryêm, ga desûtêm, kar û barim zarîye
zîwerî tacî ẍerîbim, şahî xûbanim were
sîne nałan her weku bulbul le dûrî gułşenit
sa be lutfê bimdiwêne, canî cananim were
bes cefa binwêne qurban, zułmî naḧeq ça nîye
kafrîş řeḧmê bese, dey, dîn û îmanim were
sûretî bałat be daym neqşî qelbî zarme
her wekû mecnûn le eşqit dîdegryanim were
dîdemestî, şox û şengî, nazenîney şarezûr
dił řifênî cem’î ’alem, kebkî kûhanim were
dił le dûrît piř lexwêne, şem’î dîwanî emin
herwekû tahîrPen name hemîşe sîne biryanim were