der çûnî gelê muşkîle derçûnî qerîbe
diłî ẍerîb
From the Book:
Dîwanî Ḧerîq
By:
Hariq (1856-1909)
1 minutes
744 views
der çûnî gelê muşkîle, derçûnî qerîbe
řoḧim diłekem mawe be tenya, were bîbe
qurbanî wîsalit bim ewa kuştimî hîcirit
xot warîs û ḧeqdarmî qatił ke řeqîbe
xot dîwte lenêw mîsrî melaḧet çi ẍerîbî
sa, řeḧmê beḧałî diłekem, ke, ke ẍerîbe
her dûkełî zulf û řuxî narit sebebe, wa
eşkim ke peyapey dê derûnim be lehîbe
řebbî be xedengî ẍemî dûrî diłî kun bê
herkes le nîgahit ke be aram û şekîbe
wa zen mebe gyansext û semergim ke nemirdim
ummêdî wîsalit wekû luqmanî tebîbe
tabûrî mujet çende be tertîb û nîzame
bo sef şikenî dił çi supahêkî mehîbe
wa leşkirî ahim çuwe ser kafrî zułifit
ger şahî řuxt lê bigeřê seyrî ’ecîbe
bo muşkî xeta çû bexeta kewte enêwçîn
lew bonewe her zułmete şamî be nesîbe
qurbanî wicûd û umenay şahî řuxt bim
heryêke lecêy xoy çi emîrêkî emîne
teskînî diłit hatuwe oxey ke ḧerîqîPen name
yarit ke be xwênî cigerit keffî xezîbe