ey hawserî min!

le farsîyewe namey hełbestî efserêke le dwa şewî jyanya le zîndanî çaweřwanî kuştinî berebeyan
From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 1 minutes  523 views
giznigî xor ke serlutkey biłindî kêwekan egrê
le singî ême, pêş ew kateye, dujmin nîşan egrê
be lîzmey gullebaranî, leşî xiłtanî xwên kewtûm
le dûrîy xoşewîstan, xak û xołî nîştiman egrê
***
jyan herçende şîrîne, bełam min arezûm waye
le mirdin ḧez bikem çunke le pênawî mirovaye
ḧezim kird yek diłopî řûnî gwê cogey jyanê bim
leber çaw win bim û bikêşim berew gêjawî deryaye
***
nekey doş dabmênî, pasewanî şew nełê bapêt
ewe ew hawsere řêy mêrdekey la neng û la şerme
gułałey sûrî xwênawî beser singa ke wek nîşan
biłê: hey hey dilê ew hawsere piř qîne çen germe
***
wek ew çawanî xote řołekanîşim biparêze
nełên ba řûmetî geşyan le gerdî zîlleta řoyî
eger řojê le řojan pirsîyan: ey babe çî lê hat?
be řûxoşî biłê pêyan: le řêgey mîlleta řoyî