sirûdî înternasyonał

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 2 minutes  535 views
hełsin le xew, zor lê kirawî em cîhane
ey ewaney, sał dwanzey mang, birsîtane
mafî êwe, wekû pişkoy dem burkane
be hoy hewł û koşşewe ser ekewê
sifre û xwanî řazaw be zor dest ekewê
hełsin le xew, ey leşkirî beşxurawan
pêşêl ebê şitî pûç û boş û tawan
ser heł eda be komekî gişt laye
ewey xozge û xewî xoş û hîwaye
toş şa ey gel! gwê řagre bê wiçan
bo bangekey dwa şořşî mîlletan
mafî mirov, ser ekewê, nîye hêzê
le jûr serman bêt û ême biparêzê
ne qeysere û ne kes îtir gewremane
ke řizgar bûn le xwên mijîn hîwamane
erkî pîroz leser şanî hemûmane
ełên gwaye boşe mafî hejaran
boşe erkî giran û ser û saman
nawman eben ke bê nirx û nokerîn
leme zyatir serşořî hełnagrîn
toş sa ey gel! gwê řagre bê wiçan
bo bangekey dwa şořşî mîlletan
ey řenicderan! le şar û dê, le kwê bîn
ême le gişt partêkî tir behêz tirîn
ba temmeł û bê karekan řa bimałîn
ta key be xwên her nêçîrî qel û dałîn
wek pêwîste ba hî ême bê cîhan
ba xorakî berdemî ewan bê gyan
ta ew katey ke eyankeyn seringûn
řojî ême hełdê bebê awabûn
toş sa ey gel! gwê řagre bê wiçan
bo bangekey dwaşořşî mîlletan