hestêkî pîroz

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 2 minutes  754 views
diłim wek xunçe egeşêtewe
wek estêrey geş edrewşêtewe
wek guł be şemał eşekêtewe
wek saway nazdar exnêtewe:
her kenaw be naw çaw edem zaxaw
be «jîn û hîwa û şefeq û hetaw»
«jîn» hawar eka: kurd nemirduwe
jyanî ewê çunke zînduwe
’umrî le erka beser birduwe
lemeynetîda helê kirduwe
bo ewey bijî bepêy diłî xoy:
dengî em «jîn»e řaberêke boy
«hîwa»ş xerîke be řoj û be şew
kurd bo hîway xoy hełsênê lexew
bewatey cwan û řencî em û ew
xermanî kumeł eka şen û kew
bełê «hîwa»man cêgey hîwaye
çunke awêtey bîr û biřwaye
«şefeq»yiş mijdey şebeqî pêye
demew beyanî nawşar û dêye
bo karwanî kurd meşxełî řêye
berew qonaxî cwan û becêye
«şefeq» řunakî berî beyane
řoşin kerewey şewî jyane
dyare dway «şefeq» norey «hetaw»e
ełê: tîşkî řoj wa be řêgawe,
şewgarî dirêj zorî nemawe
řunakî gałî tarîkî dawe
govarî «hetaw» tîşkî çiraye
bo «jîn» û «hîwa» û «şefeq» biraye
emane behrey «pêşkewtin» manin
hoy bujandinewey wêje û zimanin
meşxeł hełgirî naw kurdistanin
cêgey şanazî newey kurdanin
bê derd û beław gêre û kêşewe
hengawtan binên berew pêşewe
***
babe gyan wênet le naw çwarçêwey diłî minaye
şepolî hestî xoşewîstî to hîç le bin naye
sałî hezar û nosed û penca û heşt becêt hêştim
małî seywanit le jêr sêberî erxewanaye