bab 20

From the Book:
Mukri Kurdish Bible
By:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 5 minutes  239 views

1) û de yekêk lew řojaneda bû ke wextêkî ew de heykelîda xełkî te’lîm deda û încîlî we’iz dekird, kahînanî gewre û xwêndewaran degeł pîran, hatne serê.

2) û ewyan dwand deyangut: «be me biłê: be çî ḧikmatêkî ewane dekey yan kêye ke ew ḧîkmatey be to dawe?»

3) beła cwabî da û be wanî gut: «emnîş qiseyekî le engo depirsim û be min biłên.

4) erê te’mîdî yuḧenna le asmanê bû yan le însanê?»

5) beła ewan de xoyanda mesłeḧetyan kird deyangut: «eger biłêyn le asmanê, dełê leber çî be wî baweřû nekird?

6) û eger biłêyn le însanê, hemû xełkî eme berdebaran deken, çunke xatircemin ke yuḧenna pêẍember bû.»

7) û cwabyan da: «nazanîn le kwê bû.»

8) û yesû’ be wanî gut: «emnîş be engo nałêm be çî ḧîkmatêkî ewane dekem.»

9) beła destî pê kird ke ew meseley be xełkî biłê: «pyawek řezêkî çeqand û ewî be řezwanan espard û heta mudeyekî zor seferî kird.

10) û de wextî xoyda xizmetkarêkî narde kin řezwanan hetakû le ḧasłî řez be wî biden, beła řezwanan ewyan kuta û be betałî nardyanewe.

11) û dîsan xizmetkarêkî dîkey nard, beła ewan ewîşyan kuta û bê ḧurmetîyan kird û be betałî nardyanewe.

12) û dîsan î sêyemî nard, beła ewan ewîşyan birîndar kird û wederyan xist.

13) beła saḧîbî řez kutî: «çî bikem? kuřî xoşewîstî xom denêrim. beşkim le wî şermê biken.»

14) beła wextêkî ew řezwanane ewyan dî, denêw xoyanda mesłeḧetyan kird, deyangut: «ewe mîratgire, ba bîkujîn hetakû mîrateke î me bibê.»

15) û ewyan le řezî xiste derê û kuştyan. dena saḧîbî řez degeł ewan çî deka?

16) dê û ew řezwanane hîlak deka û řez be î dîkan deda. beła wextêkî bîstyan kutyan ḧaşa.

17) beła ew temaşay wanî kird û kutî: «dena ewe ke nûsrawe çîye? ew berdey ke bennayan fiřêyan da, ew bû be serî quliniçkî.»

18) her kes ke leser ew berdey bikewê deşkêndirê beła leser kê ke ew bikewê, ewî wird û xaş deka.

19) û xwêndewaran û kahînanî gewre dew se’ateyda temayan bû ke destan leser ewî bawêjin û le xełkî tirsan, çunke tê geyştin ke ew meseley derḧeqî wan gut.

20) û ke le wî syad bûn casûsan ke xoyan be diro sadiq dekird nardyan ke qisey wî bigirin hetakû ewî be quwet û be ḧîkmatî ḧakim teslîm biken.

21) û lêyan pirsî deyangut: «ey mamosta, dezanîn ke řast qisan dekey û te’lîm dedey û xatir nagrî, beła beřastî řêy xułay fêr dekey.

22) erê bo me diruste ke seraney be qeyserî bideyn yan ne?»

23) beła de ḧîley wan geyşit û be wanî gut:

24) «dînarêk be min nîşan biden, erê şikil û xettî kêy heye?» û ewan kutyan: «î qeyserî.»

25) û ew be wanî gut: «dena çitî î qeyserî be qeyserî biden û çitî î xułay be xułay.»

26) û neyandetwanî qisey wî lekin xełkî bigirin û le cwabî wî ’ecayb man û bêdeng bûn.

27) beła hêndêk le siduqyan ke ḧaşa deken ke qyamet heye, hatne pêşê û lêyan pirsî.

28) deyangut: «ey mamosta, mûsa bo mey nûsîwe, eger kesêk biray bimrê ke jinî hebê û ew bê ewlad bê, ke biray wî debê ew jiney bênê û toy biray xoy hełbistênê.

29) dena ḧewt bira hebûn û î heweł jinêkî hêna û be bê ewladî mird.

30) û î dûyem.

31) û î sêyem ewî hêna û her waş ew ḧewtane mirdin û ewladyan becê nehêşt.

32) û de axîrêda jinekeş mird.

33) dena ew jine de qyametêda jinî kêhe le wan debê? çunke her ḧewtan ewyan jin bibû.»

34) û yesû’ be wanî gut: «ehlî ew dinyayey mare deken û mare dekirên.

35) beła ewaney ke layq ḧîsab kirawin ke ew dinyayey dîke û qyametî lenêw mirduwan wergirin, ne mare deken û ne mare dekirên.

36) çunke îdî natwanin bimirin, çunke wekû melayketanin û mindałanî xułan, çunke mindałanî qyametin.

37) emma ke mirduwan hełstêndrênewe mûsaş nîşanî dawe lekin diřûy wextêkî be řeb dełê, xułay îbrahîm û xułay îsḧaq û xułay ye’qub.

38) emma ew xuła î mirduwan nîye, beła î zînduwan. çunke hemû bo wî dejîn.»

39) hêndêk le xwêndewaran cwabyan da û kutyan: «ey mamosta, çakit gut.»

40) çunke îdî neyandewêra çitêkî pirsyarî lê biken.

41) û ew be wanî gut: «çilon dełên ke mesîḧ kuřî dawudye?»

42) çunke dawud boxoy de kitêbî zebûrda dełê: «řeb be řebbî min kutî: lelay řastî min řonîşe.

43) heta dujminanî to bo pêřaxerî pêyanî to dabnêm.

44) dena dawud ewî be řeb bang deka û çilon kuřî wîye?»

45) û ke hemû xełkî deyanbîst, be şagirdanî gut:

46) hoşyar bin le xwêndewaran ke keyfyan lêye ke be cilî dirêj bigeřên û pêyan xoşe siławan de meydananda û kursyanî berejûr de kenîştanda û cêyanî jûro de mîmanyanda.

47) ewaney ke małanî bêwejnan qut deden û be řyay nwêjanî dirêj deken. ewane dîwanî girantir werdegirin.