bab 12

From the Book:
Mukri Kurdish Bible
By:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 7 minutes  253 views

1) dew beyneyda wextêkî ẍełebayî xełkî xiř bûnewe weha ke yektiryan pamał dekird destî pê kird ke hewełê be şagirdanî xoy biłê: «hoşyar bin boxotan le hewîrtirşî firîsîyan ke řyayye.

2) beła hîç çitêk şardiraw nîye ke aşkira nebê, û ne çitêk be dizî ke nenasrê.

3) leber ewey her çitê ke de tarîkayîda kututane, de řunakayîda debîstirê. we ewey ke de gwêy de utaẍanda qisew kirduwe leser banan we’iz dekirê.

4) beła be engo dostanî xom dełêm: metirsên le ewaney ke beden dekujin û le paş ewey çitêkî dîke natwanin biken.

5) beła be engo nîşan dedem ke le kê bitirsên. le ewey bitirsên ke le paş ke kujtuye ḧîkmatî heye ke de cehennemî bawêjê. biłê be engo dełêm, le ewî bitirsên.

6) erê pênc çwêlekan be dû puł nafroşên? we yekêk le wan lekin xułay lebîrî neçuwe.

7) beła mûyanî serî engoş hemû jimardirawin, metirsên le zor çwêlekan zyatirin.

8) be engo dełêm: her kes ke emin lepêş xełkî îqrar bika, kuřî însanîş ewî le pêş melayketanî xułay îqrar deka.

9) beła ewey ke le kin xełkî le min ḧaşa bika, le kin melayketanî xułay ḧaşa dekirê.

10) û her kes ke qiseyekî zîddî kuřî însanî biłê, be wî debexşirê, beła be wey ke zîddî řuḧulqidus kifir biłê nabexşirê.

11) beła wextêkî ewan engo debene kenîştan û le pêş ḧakman û ḧîkmatan xemê mexon çilon yan çî cwab biden yan çî biłên.

12) çunke řuḧulqidus her dew se’ateyda engo fêr deka çî lazme ke biłên.»

13) û yekêk le ew ẍełebayîyey be wî gut: «ey mamosta, be biray min biłê ke mîratî degeł emin beş bika.»

14) beła ew be wî gut: «ey pyaw kê emnî leser engo qazî yan beşker danawe?»

15) û be wanî gut: «temaşa biken û hoşyar bin le hemû temakarî, çunke ’umrî kes de zyadî małî wîda nîye.»

16) beła meselêkî bo wan dehêna deygut: «mułkî pyawêkî dewłemend ḧasłî zorî hêna.

17) û de xoyda fikirî dekird, deygut: çî bikem çunke cêm nîye ke ḧasłî xom lewê xiř bikem?

18) û kutî: ewey dekem, ’imbaranî xom deřûxênim û gewretir dirust dekem û hemû ḧasił û małî xom lewê xiř dekem.

19) û be gyanî xom dełêm: ey gyan, bo zor sałan zor çitanî çak dandarutMissing heye, řeḧet be, bixo, bixowe û xoşḧał be.

20) beła xuła be wî gut: ey bê ’aqił, dew şeweyda, gyanî to le to destênin. we ew çitaney ke ḧazirit kirduwe bo kê debin?

21) her waye ewey ke xezîneyekî boxoy xiř bika û lekin xułay dewłemend nîye.

22) û be şagirdanî xoy gut: leber ewey be engo dełêm: xemî jyanê mexon ke çî bixon û ne bo beden ke çî deber biken.

23) çunke jyan le xorak û beden le cil zyatre.

24) temaşay qajwan biken ke ne deçênin û ne dirwêney deken. ne xełwetyan heye û ne ’imbar û xuła ewan bexêw deka. engo le teyřan çend zyatirin.

25) beła kêhe le engo be xemxiwardin detwanê gezêk leser bejnî xoy zyad bika?

26) dena eger bo çitêkî piçûktir quwetû nîye, leber çitanî dîke boçî xem dexon?

27) temaşay swêsnan biken çilon ne deřêsin û ne detenin. beła be engo dełêm: sileymanîş de hemû celalî xoyda wekû yekêk le ewaney deber nekirabû.

28) beła eger xuła gyay ke ewřo de zewîdaye û sibḧeynê de tendûrî dawêjrê weha deber bika, çend zyatir engo ey kem îmanan.

29) û engo ḧewl meden ke çî bixon û çî bixonewe û xyałû biłind nebê.

30) çunke bo hemû ew çitane tayfanî dinyayî ḧewl deden beła babî engo dezanê ke bo ewane îḧtyacîw heye.

31) beła padşayetî wî tełeb biken û ew çitane bo engo zyad debin.

32) metirsên, ey mêgełî piçûk çunke babî engo řazî buwe ke padşayetî be engo bida.

33) małî xotan bifroşin û sedeqe biden, kîsan boxotan dirust biken ke kon nebin. xezêneyekî de asmanda ke xełas nebê. le kwê ke ne diz nîzîk dê û ne murane xirapî deka.

34) çunke le kwê ke xezêney engoye, diłî engoş lewê debê.

35) ba piştanî engo bestiraw bibin û çirayanû hełkiraw.

36) û engo wekû ew kesane bin ke çawenořî aẍay xoyanin wextêkî le dawetê degeřêtewe, hetakû wextêkî dê û lê deda zû bo wî awałe biken.

37) xozge be ew xizmetkaraney ke wextêkî aẍa bê, ewan wexeber peyda deka. řastî be engo dełêm ke piştî xoy debestê û ewan leser sifrey řodenê û dête pêş û xizmetî wan deka.

38) û eger de nobey dûyemda bê, û eger de î sêyemda û weha peyda bika, xozge be ewane.

39) beła ewey bizanin ke eger xanexwê bîzanîbaye de kêhe se’ateyda diz dê, neydeyêşt ke małî wî kun bikirê.

40) engoş ḧazir bin, çunke dew se’ateyda ke fikir naken, kuřî însanî dê.»

41) beła pîtros kutî: «ya řeb, erê ew meseley be me dełêy yan be hemuwanîş?»

42) řeb kutî: «dena kêye ew nazrî emîn û ’aqił ke aẍa leser xizmetkaranî xoy dadenê hetakû xorakî te’în kiraw de wextî xoyda be wan bida?

43) xozge be ew ’ebdey ke aẍay wî wextêkî deybînê weha deka.

44) beřastî be engo dełêm: ke ewî leser hemû małî xoy dadenê.

45) beła eger ew ’ebde de diłî xoyda biłê: aẍay min hatnî xoy direng deka û dest pê deka ke le nokeran û qerwaşan bida û ke bixiwa û bixiwatewe û mest bibê.

46) aẍay ew ’ebdey dê de řojêkîda ke çawenoř nebê û de se’atêkîda ke nezanê û ewî dû let deka û beşî wî degeł bê îmanan dadenê.

47) beła ew ’ebdey ke îradey aẍay xoy zanî û ḧazrî nekird, yan wekû îradey wî nekird, qamçî zorî lê dedrê.

48) ema ewey ke nazanê beła layqî qamçyanî kird, qamçî kemî lê dedrê. we her kes ke zorî dirawe, le wî zor destêndirê û ewey ke zor be wî teslîm buwe le wî pitir tełeb dekirê.»

49) hatûm ke awrêkî leser erzê bawêjim û çim dewê eger elan hełkirabaye?

50) beła te’mîdêkim heye ke pêy te’mîd bikirêm. we çend tenganem heta xełas debê.

51) erê fikir deken ke hatûm sułḧ leser erzê bidem? be engo dełêm nexêr, beła cwêbûnewey.

52) çunke lewey paş de yek małda pênc cwê debnewe, sê leser dû û dû leser sê.

53) bab leser kuřî û kuř leser babî, dayk leser kiçî û kiç leser daykî, xesûy leser bûkî û bûk leser xesûy cwê debnewe.

54) û be xełkîşî gut: wextêkî debînin ke hewrêkî de lay řoj’awayda biłind debêtewe, zor dełên ke baran dê û weha debê.

55) û wextêkî bay cinûbî lê deda dełên ke germ debê, û debê.

56) ey řyakaran řûy erz û asman dezanin ke soraẍ biken, beła ew zemane çilon ewî soraẍ naken?

57) û boçî le xotanîş ḧukim naken ew çitey ke ḧeqqe?

58) çunke wextêkî degeł mudde’î xot bo kin ḧakim deçî, de řêyda se’î bike ke le ewî xełas bî, neba eto bo kin qazî bikêşê û qazî eto be daruẍe teslîm bika û daruẍe eto de bendîxaney bawêjê.

59) be to dełêm: qet le ewê weder nakewî heta pułî axrîşt eda nekirduwe.