bab 8

From the Book:
Mukri Kurdish Bible
By:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 5 minutes  304 views

1) dew řojaneda ke dîsan xełkî zor bûn û hîçyan nebû ke bîxon, şagirdanî bang kirde kin xoy û bewanî gut:

2) «řeḧmim be ew xełkey dadê çunke elan sê řoje ke degeł emnin û hîçyan nîye ke bîxon.

3) û eger be birsyetî bo małî xoyan murexesyan bikem de řêyda lexo debnewe. hêndêkîş le wan le dûrîn.»

4) û şagirdan cwabyan be wî da: «le kwê detwanê kesêk ewane be nanî lêre de çołîda têr bika?»

5) û lewanî pirsî: «çend nanû heye?» û ewan kutyan: «ḧewt.»

6) û le xełkî emrî kird ke leser erzê řobnîşin. we ew ḧewt nananey hełgirt, şukirî kird, letî kird û day be şagirdanî xoy ke daybinêne pêş û le pêş xełkyan dana.

7) û çend masî çikoleyan bû û ewanî mimbarek kird û kutî ke ewaneş lepêş dabnên.

8) û xwardyan û têr bûn û le letkan ke zyad bûn ḧewt zembîlyan hełgirt.

9) beła beqed çwar hezarî bûn, û ewanî murexes kird.

10) û cêbecê degeł şagirdanî xoy wejûr gemê kewt û hate wiłatî diłmanute.

11) û firîsyan weder kewtin û destyan pê kird ke mubaḧîse degeł ewî biken û nîşanêkyan le asmanê le wî tełeb dekird heta tecrebey biken.

12) û de řuḧî xoyda henasey hełkêşa û kutî: «boçî ew silsile nîşaney tełeb deka? řastî be engo dełêm: bew silsiley nîşanêk nadrê.»

13) û ewanî becê hêşt û dîsan wejûr gemê kewt û peřyewe ew berî.

14) û lebîryan çûbû ke nanî hełgirin û de gemêda bêcge le nanêkî pitir leknyan nebû.

15) û be wanî emir kird deygut: «timaşa biken, hoşyar bin le hewîrtirşî firîsyan û hewîrtirşî hêrodês.»

16) û degeł xoyan fikiryan dekird çunke nanman nîye.

17) û ke ew zanî, be wanî gut: «boçî fikir deken ke nanû nîye? erê hêşta tê nagen û nafamin? meger diłû ẍelîze?

18) meger çawu heye û nabînin, gwêw heye û nabyên û webîrû nayê?

19) wextêkî ew pênc nananem bo pênc hezarî let kird çend qirtałey piř û bermawu hełgirtewe?» be wîyan gut: «dwazde.»

20) «û wextêkî ew ḧewte bo çwar hezarî, erê çend zembîlî piřû bermaw hełgirtewe?» û kutyan: «ḧewt.»

21) û be wanî gut: «hêşta tê nagen?»

22) û hatne beyt seyda û kwêrêkyan hêna kin ewî û lêy pařanewe ke destî lê bida.

23) û destî ew kwêrey girt, ewî le dêy birde derê û tifî le çawanî wî kird, destanî leser dana û lêy pirsî: «erê çitêkî debînî?»

24) û ke temaşay serewey kird kutî: «xełkî debînim, çunke çitêkî wekû daran debînim ke degrîn.»

25) ew wextî dîsan destanî leser çawanî wî dana û nwařî û saẍ bowe û hemû çitî be zerîfî dî.

26) û ewî narde małî xoy deygut: «meço nêw dêy.»

27) û yesû’ weder kewt û şagirdanî wî bo dêyanî qeyserîy fîlpos û de řêyda le şagirdanî xoy pirsî: be wanî gut: «xełkî kê dełên ke emin bim?»

28) û ewan cwabyan be wî da, deyangut: «yuḧenna te’mîdder û hêndêk elyas, beła î dîkanê yekêk le pêẍemberan.»

29) û ew le wanî pirsî: «beła engo kê dełên ke emin bim?» pîtros cwabî da û be wî gut: «etoy mesîḧ.»

30) û qedeẍey lewan kird ke beḧsî wî be hîçkes nełên.

31) û destî pê kird be fêrkirdinî wan ke lazme ke kuřî însanî ezyetî zor bikêşê û řed bikirê le pîran û kahînanî gewre û xwêndewaran û bikujrê û le paş sê řojan hełbistêtewe.

32) û ew qisey be aşkira gut, û pîtros ewî kêşa kine xoy û destî pê kird ke ewî mezemmet bika.

33) beła ew wergeřa û temaşay şagirdanî xoy kird, le pîtros tund bû û kutî: «biřo piştewem ey şeytan, çunke fikirî çitanî xułay nakey beła çitanî însanî.»

34) û xełkî degeł şagirdanî xoy bang kird û be wanî gut: «eger kesêk byewê le dway min bê ba le xoy bibûrê û sêdarey xoy hełgirê û wedway min bikewê.

35) çunke her kes ke byewê ke gyanî xoy xełas bika, winî deka, beła her kes ke gyanî xoy leber xatrî min û încîlî win bika xełasî deka.

36) çunke bo însanî çî faydeyye, eger hemû dinyay qazanc bika û gyanî xoy xesar bika?

37) çunke çî deda însan lecyatî gyanî xoy?

38) çunke her kes ke le min û le kelamî min şermê bika lenêw ew silsiley zînaḧkar û gunaḧkare, kuřî însanîş le wî şermê deka wextêkî dê de celalî babî xoyda degeł melayketanî muqeddes.»