řaz

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 1 minutes  442 views
daye çon bû...
le řazekey dwênê şewta
kê hat kê çû?
daykim bêdeng
doş damabû!
karesatêk hêdî hêdî
ehat çawî geşî asman bişłeqênê!
le şaqełî çyay xema
bizmarî xew
pêłûy be ser gilêney çawî mandûy gunda
teqeł dabû!
daye çon bû...
le řazekey dwênê şewta
kê hat kê çû?
daykim bo asman eyřiwanî
hewrêkî řeş, be pêdzikê
xencer be dest
şwênê mange zerdełekey asmanî gundî heł’egird
ta geyştine dundî çya...
daye çon bû...
axir netgut
pałewanî çîrok çon mird?
hewr nîşte ser sîngî mang û
daykim le piř zirîkandî
hawar, hawar
serî biřî!
le pişt zirîwey firmêskewe
dîtim ke hewr,
xwênî mangî
be xawlye çiłkinekey
le dem û çaw xencer esřî!