sizay diłdarî

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 1 minutes  664 views
zat nakem řazî dił bidirkênim!
segî em şare …
langîre, bonî dił û dem eka
segî em şare …
nek tenya goşt û êsk û xwênî dił
tenanet şî’ir û goranî exwa!
zat nakem biłêm
çendim xoş ewêy!
zîtey çawî gurg
lem gurge nawe
zat etuqênê
le seranserî em werze tał û zerd û jakawe
bo ḧeşardanî gułî hestî xom
şik nabem şwênê
zat nakem řazî dił bidirkênim!