şehîd

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 1 minutes  602 views
katê zanyan
diłit papořî ewîne û
bo geyştin be benderî xoşewîstî
deryay şexte û sehoł ebřî
hatin sîngityan hełdiřî!
katê zanyan
diłit pirdêke pan û poř
berew naxî mêjûy cîhan
destî kwêstanit girtuwe û
leqûłayî merg û xwêna
eybey berew koşkî jyan
perdey werzî ziryan edřî
hatin sîngityan hełdiřî!
katê zanyan
burkane damirkawekan exroşênî
bûmelerze xinkawekan
lenaw xwênta ecwênewe
nexşey cîhan eşêwênî
sinûrekan lejêr pêta etwênewe
wek biłêsey kiłpey agir
lenaw şewezenga egřî
hatin sîngityan hełdiřî
katê zanyan
nawit buwe be cwantirîn wişey ewîn
diłdarekan ebziwênî
dengit buwe be çepke tîşk
şewî çiłkin eşłeqênî
şanit dawe be jêr xemî nîştimana û
firmêsk leçaw hejar esřî
hatin sîngityan hełdiřî
katê zanyan,
kwêstanit kirduwe be hêlane
be şimşałî lûley tifeng
diłdarekan bo cêjwanî çya eçřî
hatin sîngityan hełdiřî
hatin sîngityan hełdiřî