min xełkî dinya nîm

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 1 minutes  664 views
meke, me... ba yexey ’eşq bigirim
ba biglêm, le xwêna bigewzêm, ca bimirim
em zame nasore, kem destî têwerde
ba her dapoşraw bê le diłma em derde
çî xemî dinyaye, le diłma wek pûre
gaz egirin le řoḧim, xêłî jengesûre
meke, me... ba her xom bizanim kwêm eyşê
petaye toş egrê, biřo meye pêşê
legeł her wişeyek le diłim heł’equłê
diłopê firmêske biřwane çon ekułê
meke, me... des mede le řazî xudayîm
ba neřmê qełaçey xełutî tenyayîm
ba neşkê şeqłî em azare şîrîne
ba neřjê yekcarî em derya esrîne
’eşqêkî pîroze bang eka û řoḧ eçřê
gyanim wek diłopê bo derya heł’efřê
deryayek papořî xemî têya nuqim bê
bestełek bişkênê twênerî zuqim bê
deryayek aramş bibexşê be tasem
bo ebed bimrênê henisk û henasem
meke, me..., gyanekem, îtir min řewtenîm
destim lê hełbigre, min xełkî dinya nîm