guł xenderan

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 1 minutes  827 views
dirextî hewrekan deşekênêtewe!
çawî hîç şaxeyek natrûkê
darekan gişt qisirin!
xêłî heng
xûyan be şekir û mêw girtuwe.
le mêje awbarey ewînî dar û guł
be yektir nageyenin
zeřgete, xwar û jûr
çwar dewrî jwangeyan tenîwe
řeşeba koçî be ’eşîrey pepûle kirduwe!
heyaran!
syasał û baran?!
dirextî xemekan deşekênêtewe!
peř û poy pepûle debarê
şeq debê diłî guł xenderan!