hestî tenyayî

From the Book:
Kejawey Dil
By:
Naser Aghabira (1968-2020)
 1 minutes  420 views
wa lenêw zumřey řefîqan hestî tenyayî dekem
yadî řaburdûy dił û cêjwanî awayî dekem
xem wekû kirmêk deqirtênî řeg û řîşey derûn
hêdî hêdî řeng û řûy zerdim deşwa firmêskî řûn
têk şika darî qełafet, barî xem kirdî newî
wa kiz û lawaz delerzî her bîna kewte zewî
serwî bałam zerd û tînûy awî ḧewzî sîneye
kwa pełey barane damirkênerî ew tîneye
bulbulêkî dûre gułzarim, ẍezeł bo kê biłêm
neqłekey şîrîn û ferhad û cebel bo kê biłêm