giftugokirdin û fitwa wergirtin, emir be’îcra kirdin, mes’eley syasîye

From the Book:
Le Xewma
By:
Jamil Saeb (1887-1951)
 14 minutes  729 views

le paşan gewreke demî hełhênayewe û nextêk betuřeyîyewe destî be qisekirdin kird witî: min eme çend sałe hewł û teqeła edem, birîndarî û ḧepsî û řezaletim kêşa, enwa’î musîbet û meraretim çêşt, destim leserumałî xom şit, hatim têkoşam witim bełku em mîllete bo xoy henaseyekî řeḧetî hełkêşêt serbest û azayane bo xoman bijîn û destî bêganeman beserewe nebê, êmeyş weku em mîlletaney tir bikewîne řeḧetî û xoşî û zyadî û gewreyî, dewłemend û serberz bîn, dînekeman berz bêtewe, çend car çûm begij îngilîzda, legeł turkida têk çûm, teşebusim be řusye û bułşewîk kird, çend xwênman řişt, min emanem hîçyan bo xom nekirduwe, hemûyanim bo em dîn û mîllete kirduwe, witûme bamîlleteke bikewête řeḧetî û su’adetewe, dînekeman zyad bikat û berz bêtewe, keçî legeł em hemû eḧwałaneda, eweta hemûman eybînîn, beşêkî zor lem mîllete layan dawe le min û çûn şwên ẍeyredîn kewtûn, řoyştûn bo wiłatan xizmetî fikirî ewan eken, hemû mał û ḧał û jinyan becê hêştuwe lêre û xoyan le wiłatan bedyar ẍeyredînewe danîştûn û ême wayn lem ḧał û řezaleteda, ’esker û me’mûr û ’ulemakanman hemû îḧtyac û bê îdare mawnetewe, axo fitway şer’î bo emane çone? řûy kirde melakan witî: ey ’ulemay mîllet bizanim êwe derḧeq bemane, bem załim û bê dîn û murtedane(!) qisetan çîye û ełên çî, axo mał û ḧał û jinî emane çîyan derḧeq bikirêt başe? melakan her çwaryan řengêkyan hêna û bird û seyrêkî yektiryan kird, le dwayîda yekêkyan nextêk bepele qisey ekird û danîşî nemabû, çimkî mêzere sipîyekey şoř bûbuwewe xwarewe heta lay piştênekey, ’esayekî basqendî bedestewe bû, sîwakêkî dirêjî kirdibû be piştênekeyda, carcar tozêk biřnûtî heł’emjî, likî feqyane sipîyekey le qołî cibekeyewe hatbuwe derewe, her ’ecele û peley ekird bo qisekirdin, le piřêkda têy hełkird û witî: bełê em new’e şexsane kewa xizmetî dînî xoyan naken û bo dîn û ayn hewł naden û şwên ẍeyre dîn ekewn û lepênawî dîn û eḧkamî şerî’etî ẍeřada se’î naken û xizmetî ẍeyredîn eken bemwafq qewlî îmam... we îmam... we îmam... kê (îtir nazanim nawî de dwanzeyek lem îmamaney hełřişit, her nawî muctehîd û îmam bû wek birêşkey genmeşamî le demî heł’etoqî) emane benezer murted û bê dîn temaşayan ekirê, lazme małyan hemû bo beytulmal serf bikirê, jinîşyan lê tefrîq bikirê û emane le paş mirûrî ’îdey şer’î etwanin şûyekî tir bo xoyan biken. yekêkî tir le melakan wa bizanim zimanî weku nextêk lał bê wa bû, çunke her qiseyekî ekird, tifêkî qut eda û be tûretûre kelîmeyekî tirî tewaw ekird, legeł qisekan xêra xêra dest û pelî ecûłayewe, ser û singî ehêna û ebird witî: bełê weku fiłan efermiwêt waye, emane qewlêkî me’rûf û mu’teber û muqtedabhîn. yekêkî tirî mildirêjyan têda bû, çawşîn, mû zerd, weku şîne şaho milî hełbiřî û singî daye pêşewe witî: xo min bo em mesa’lî şer’îyeye demêke xerîkim û hewł edem, heta weku hemû em new’e mes’elanem xistuwete ser kaẍez (destî kird bebaxełya kaẍezêkî nûsrawî dirêjî hênaye ser mêzeke) witî: her emeş nîye, zor şitî tirî wa heye, em îşane wa çake se’atêk zûtir cêbecê bikirê û berbestî em eḧwałane bikirêt, egîna em dîne becarêk meḧu ebbêtewe, bełê behemû mezhebêk mał û jinî emane bo em beqîyetulmu’minîne ḧełałe û řewaye, inca řûy kirde serispîyekey lay serûy hemûyanewe witî: qurban to çî efermûyt, ewîş melayekî řîş maşubirinc bew yiqarewe lay serûy hemûyan kewtibû be’ezmet danîştibû weku çawî nextêk kiz bêt wa dyar bû ke melay sûre qaqzekey xiste ser mêzeke, ew gurcugoł hełî girt û ’eynekêkî kirde çawî seyrî kird, ewîş em care kaẍezekey dana û destî kird begfitugo (beqsekanya wa der’ekewt xełkî ew germyane bêt) witî bełê em mes’eleye zahre behemû mezhebêk mał û serwetyan lê cwê ekirêtewe û em qewlane hemû musedeqin.

minîş le jûrewe herwa tas eybirdimewe, emut ey hawar bemałim, bexwa min û hezarî weku min bêtawan û bêgunaḧ meḧu bûynewe, min umêdî çîm hebû, keçî çîm dî û çîm bîst, becarêk ejnom şika û muçřikêk le tepłî sermewe hat, leberî pêmewe derçû, herwa ḧepesam, hoş û şi’ûrim nema, temam bû beherdû çepok bidem beserî xoma heta hêzim tyaye biqîjênim, duwacar seyrim kird gewreke em carîş bedengêkî berzewe witî: eme başe, mes’eleyekî tirîş heye ewîştan bo bikemewe, ewanîş çawyan lê sûr bûbû, fermu bizanîn ew çone.. weku pêm witin ême eme hemûy le řêy dînî îslamda ekeyn, êsta ẍeyrî ewaney kewa řoyştûn û lemlawla xizmetî ẍeyredîn eken, be’zêk kesî tir heye le naw xomanda lewan zyatir xerîkî meḧwî dînin behemû new’êk bo nemanî ême û em ḧałe (ke hemû bo dînî ekeyn) hewł eden casûsî bo ẍeyre dîneke eken û lecyatî telqînî ehalîyeke her xerîkî kifirkirdin û gałte bemeşayx û ’ulemay muḧteremin, emane eger herwa bimênin, emînim ke berebere em toze dîne kewa ême hewł bo zyadîy edeyn becarêk meḧwî ekenewe, êmeş û ’ulemay mîletekeş (carubar bo quwetî qisekanî xoy weku xwêy çêşt nawî ’ulemakanî tê exist) efewtênin, em new’e eşxase muzîřane benawî dînewe fewtandinyan leser ême wacb û lazme yan na?

sûrey çawşîn le piřêkda qisekanî le dem qostewe û tê hełçû witî: axir ewey minîş ’erzim kirdin û nûsîwme em mes’eleyeye, eger bêt û ḧał bem řenge dewam bikat ewa dîn û dinyaman becarê meḧu ebêtewe, le zuwewe berhełistîy eme nekirêt nabê, behemû mezhebêk nehêştinî emane bo dîn û mîllet mesłeḧet û lazme. hêşta ew qisekey tewaw nekirdibû mela biřnûtî kêşekeyan milî qut kirdewe û hełî daye û bepelepel û xêraxêra destî pê kird, de dwanze (qalArabic, yiqulArabic, qîlArabic)y tirî hełřişit, dîsanewe nawî çend îmamêkî tirî xwêndewe, fermûy: bełê nemanî emane benawî beqa û teḧkîmî dînewe û mesłeḧetî mułk û mîlletewe lazim û wacbe. cûte melakey tirîş destyan da besniga be (sidqitArabic, sidqitArabic, eḧsinitArabic, eḧsinitArabic) tesdîqyan kird û fitwayan leser da. yekêk lewaney danîştibûn û le ewełî em qisanewe çirkey le xoy biřîbû, behemû e’zakanyewe gwêy lem qisane girtibû, wek me’mûrî îcray em fitwa naḧeqane bêt û hemû obał û gunaḧî emane leser ewbê, le paş em qisane witî min qiseyektan ’erz ekem, bizanim êwe çî efermûn, wityan: bifermû bizanîn ełêy çî?

witî: em xełqaney kewa êsta êwe ser û mał û jinyantan ḧełał kirdin, emane eger bêtu xoyan lêre mewcûd bûnaye û midafe’eyekî şer’îy xoyan bikirdaye. dîsanewe êwe leser em qewl û fitwaye eman yan na?

sûre çawşîneke û lałepeteke herdûkyan becarê hełyan daye wityan midafe’ey weku çî? ewîş witî bełku emane biłên em ḧikûmet û îdareye, ḧikûmetêkî wa nîye ke bitwanê carê bem řenge îdarey em mułk û mîllete bikat û xoy û mîlletekey bênête naw û bibê besaḧêbî em hemû îslame û biçêt begij em ḧikûmetaneda û le netîceda em ’îbadułłaye tûşî felaket û zererî gewre bêt. bem řenge îşî naçête ser, êmeş leber’ewe waman kirduwe û eykeyn (kabra ney’ewîst yaxud ney’ewêra betewawetî dan behemû qisekanda binê boye her ewendey bo bêjra), îtir ew melayey ke le serû hemûyanewe danîştibû cwabî dayewe witî: aẍa, aẍa, ew midafe’eye şer’î nîye û le nezerî şerî’etda merdûde, çunke emane wa dyare leser meḧwî dînin, kewabû em me’zeretaneyan lê qebûł nakirê (lem qisaneda gewreke řengêkî hêna û bird, řengî sûr buwewe, betîlayîy çaw seyrêkî hemû melakan û aẍakey kird le paşan çawî geş buwewe û damirkayewe), îtir aẍaş qisey pê nema witî: kewabû hîç.

îtir min lewêwe nehoşim ma û neş’ûr, carê weku şêt hestam qederêk le jûrekeda emser û serim kird, herçî xwên le řegekanmida hebû mabû, hemûy kewte cułecuł û hatuço, pêstî leşim agirî lê ebuwewe, herdû çawim derpeřî, danekanim teqeteq beyekyana eda. temam bû pelamarî pencerekan bidem û hełkutme ser meclîseke, dest binême bînî melakan û ewanî tir, witim: yařebî eme çi dił û derûn û wîcdanêke, eme çi tetbîqatî şer’ û qa’îdeyeke, emane çon em qerar û fitwayeyan da? ewaney ke řayan kirduwe û xoyan le şaław û haławî zułim û zorî em załim û xwênxorane necat dawe, ewa becarêk jin û małyan ḧełał kira: ewî le jêr lafawî ẍedrî emaneda mawetewe weku eman xerîkî pyawkuştin û zułim û zor nîye, eweta wa fitway kuştinî ewîş dirawe eykujin, axo emane hîç le xwa û qyamet û lêpirsînewe û ’ezab natirsin, çunke em zimane herwa le demî însanda teř û paraw nabêt, axrî mirdin û pirsîneweyek her heye, ḧeq û ḧîsab her ebêt. hîç lewe natirsin ke lêyan bipirsin aya êwe beç ḧeq û sełaḧîyetêk wa lem ’îbadułłaye eken. carê witim em kabraye kewa her nawî dîn ebat û ełê min bo dînim kirduwe û le řêy dînda eykem hîç terîq nabêtewe û le xwa natirsê biłê min çi ḧeqêkim beser em ’îbadułłayewe heye, ebim beba’sî meḧwî serumałyan, beç nawêkewe û bo çi dînêk û beḧukmî kam şerî’et emane der’ekem, emaney le taw zułim û zor wazyan le miłk û mał û namûs û ḧeysîyet û cêgay xoyan hênawe û derbederî wiłatan bûn, axo emane şwênî ẍeyredîn kewtûn, yaxud le tirsî em core zułim û gewre naḧeqane (ke dar û berd le berî elerzê) û nîştûmete seryan benay naḧeq mał û xwênyan exom û exomewe, řayan kirduwete penay ’edalet û emnîyet. zorim belawe seyr û ’ecayb bû ke xoy le pêş meclîsekeda qisey le sed û hezar û dûsed û hezar ekird, ke me’lûme emey le małî em musułmanane pêkewe nawe û em ’alemey xistuwete ser sacî ’elî, buwe beba’îsî çend hezaran mexłûq keçî êsta beç řûyekewe cesaret ekat, em new’e qisane ekat û em mela mubarekaneş çend gurcugoł bê girê û qorit em fitwa naḧeqeyan da, hîç bîryan lewe nekirdewe em xełqe beřencî şan û ’ereqî nawçewan xwênyan buwe be’aw, heta mał û ḧałêkyan pêkewe nawe, ême beç ḧeq û şerî’etêk biłêyn becarê le destyan werbigîrê û bidrê bem załim û xwênxore bê însafane.

witim ey xalîq, ey munteqîm ey qehar, ey ’alîmulẍeyb! to çî lemane ekeyt, emane le řojî xoyanda çon ḧîsabyan ebînî, to le ḧeqî emane çî ekeyt? axo le defterî meḧkemey gewrey toda gunaḧêkî tirî weku eme qeyd kirawe yan na? to bo emane çi new’e cezayek da’enêyt, to çon em ḧałane qebûł ekeyt meger her beḧrî bê binî ḧîlmî to emane qût bida, to çon agir nabarênî beser em qewmeda, to ew ẍezebet ke weku agir waye boçî bo em taqme nayete coş, to boçî her êsta emane benaxî ’erdida nabeyte xwarewe û ḧeqî em mîllete quřbesereyan lê nasênî. ey wîcdan, ey însaf êwe ke nawtan heye û boçî êsta naçne sûretî însanewe û bên yekî çepołeyekî zil le seruçawî emane binên û meḧûyan bikenewe, ay... ay... ay....

řwanîm hîç şitêk nîye û hîç peyda nebû, minîş herwa westam le cêgay xom wişk bûbûm, ewan her qise eken, minîş leber xomewe her ełêm peḧ.. peḧ.. peḧ eme çî bû min dîm, min le kwêm, eme xewe yan na? boye herdû çawî xom giłofit witim bełku eger xewe xeberim bêtewe. keçî řwanîm hemû şitêk her le cêgey xoyetî û ew canewerane her leber çawmin, hemû leşim le tawa hate lerzîn û diłim kewte kutekut û serim gêjî xward, le piřêka girim bedema kewtim be’erda, le êş û azarî kewtinekem hoşêkim hatewe beberda û hestamewe bîrêkim kirdewe witim emane fa’îdeyan nîye babzanim çî mawe bîbînim. hestam wirdewrde çûme pêşewe gwêm girt, her qiseyan ekird bełam dwayîy qiseyan bû, her ewende ḧałî bûm weku melakan le mikafatî em xizmete gewreyeda ke kirdûyane daway şitêkyan kirdibê û ewîş we’dî dabnê ke byandatê, îtir ewan çûne derewe, lew naweda melay biřnûtîkêş le dergakewe geřayewe hate pêşewe witî: umêdim waye înşałła xwa her mwefeqit bikat madam to ewende bo em dîne hewł edeyt û tê ekoşît, xwa û hîmetî pîran piştîwanit bin, ewîş pêkenînêkî bo kird, îtir ewan řoyştin û manewe xoyan.

dway řoyştinî melakan inca yek duwanêkî lew pyawane bang kirde pêşewe, yekêkyan kułebneyek bû řank û çoẍe leber, begfitugokeyda wa dyar bû eme yekêke le aẍawatî ew jûre çunke qisekanî wa dyar bû ke cyaye legeł ewan, her emîş bû le wextî fitwadanekeda î’tirazî le melakan girt, yekêkî tirî keçełey poşte û perdax, xencerêkî desk mahî û demançeyekî baş beqedewe, emîşher řank û çoẍey le berabû, bełam her bezmanî xoyan qisey ekird, her emîş bû ke bo mes’eley lîre gořînewe qisey legeł ekird, em duwaney bang kirde pêşewe le berdem xoyda zor be’espayî û hêwaştir, qederêkî çak qisey legeł kirdin, be’etwar û dest hełsûřandin û ḧerekatekeyanda der ekewt ke eme tertîbatêke ew boyan da’enê û be’zêk îşyan pê espêrê û řêgeyan nîşan eda, lem tertîbat û fisefse bom derkewt kesêkî pê nîşandan û boy dyarî kirdin ke emane pyaw û zelamyan bo te’în biken û byannêrin byankujin. îtir min lem ḧałaneda kewa beberçawma dêt û eřwa hîçim pê nemabû, her emut yařebî eme çîye min eybînim, min her ewende tê degeyştim ke eyanut: çwar tifengiçî biçêt bo ser fiłan le fiłane wexta biçene ewê, bo be’zêkyan kuştin û bo be’zêkyan tirsandin û birîndarkirdin danra. xulase heta nizîk se’at sê bem keynubeynewe bûn, le paştira ewane hemûyan řoyştin, her gewreke xoy û yekêkî danîştû û yekêkî řawestaw lewê manewe.