dîsan nesîmî behar, nerim nerim hate xwar

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 3 minutes  2348 views
dîsan nesîmî behar, nerim nerim hate xwar
dunyay zîndû kirdewe be emrî perwerdigar
be ah û giryan dîsan, hatewe hewrî nîsan
ciger piř aw û awir, wek ’aşiqî bêqerar
hewa le bergî gułan, tebeq tebeq ’etrî sû
seba le boy yasemen, çemen çemen muşkibar
hatewe badî wezan, bû be bezmî nêw řezan
kanî be taw hatne jan, weneẍme kewt abşar
nimekfiroşî daẍan, kirdyane şewçiraẍan
sûregułî řez û baẍan wenewşeyî coybar
semen ’etrî be ba da le nêw çemen guł guław
’ebîr ’enberî hêna wenewşe mîşkî tetar
firîbî dîn û diłan le perde bûkî gułan
sebir sebir hateder be naz û mest û xumar
dên û deçin weḧiş û sił dest bendyane be dił
narewen û seru û guł le şayî bûkî behar
le nêw bezmî gułistan, be ser, be pê, be destan
hatne semaye mestan, newmestekanî gułzar
lale û guł bêsedan, şehîdî ’eşqî xudan
em be tenî piř le xwên ew be diłî daẍdar
guł tar û zerd û şîne, bergî zumuřředîne
neqiş û nîgarî çîne, deşt û demen kohsar
heway gułanyan bizût, hatne baẍê taq û cût
faxte û ’endelîb, bulbul û kebik û hezar
hatne çemen kef zenan, xoş nefes û neẍmexwan
qumrîy û duřřac û sar, be saz û semtûr û tar
badî seba mest û çust, herwekû şahîd perist
destî le řûy gułan xist, berbuwe bûs û kenar
zulfî řeşî sunbułan, xistye ser û řûy gułan
ayetî nard bo diłan, ḧacîbî leyl û nehar
bo dersî erbabî dił, peř peřî ewraqî guł
her dersî ’îşqe ḧasił, sermeşqî amûzgar
wenewşe û guł xemłîwe, ’îbrete çî nedîwe
le yaqût û le zîwe, feza be xettî ẍubar
baẍ nîye meyxaneye, piř mey û peymaneye
her şem û perwaneye, leber çawî hoşyar
ẍeyrî awî zor û kem, be zemzemey zîr û bem
dexwênîn be hemû dem, me’rîfetî kirdigar
«wefayî» îdî bese, ’îşq û heway medrese
bînûse em hendese, bêne xet û xałî yar
biço belay diłřubay, be ser be yadî beqay
heta eto bêwefay, be xot meke î’tîbar
demêk nefis bigrewe, we dûy diłî xot kewe
bizane řoj ya şewe, xewt neye heste kar
hezar sewm û selat bê, çawit le dûy zekat bê
xudat nîye ḧeyat bê, qet wanîye tobekar
tif le řeng û řewanit, degeł fî’il û jyanit
çî têdaye dûkanit? çit lêbkiřê xiřîdar?
mumkînî siřiř û nehan, hem suḧufin hem beyan
hem kîtabin hem zuban, be wesfî perwerdigar
qise bîst û çware, her yekêkyan bekare
rêgay xuday dyare, bimre bibe řestigar
le xew le xowe heste, ḧeyat bê! hênde beste
«wefayîPen name» gêj û meste, denge le şar û bazař