dîsan be hewrî nîsanî dunya řengî jengarî girt

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 2 minutes  854 views
dîsan be hewrî nîsanî dunya řengî jengarî girt
guł zerd û sûr hate derê deşt û seḧra û kohsarî girt
dîsan be neẍmey zîr û bem, bulbul dełê be derd û ẍem
le tawî ẍunçey guł bedem, saz û semtûr û tarî girt
bew xatrey guł derkewê, be xende hestê le xewê
hewrî beharî nasrewê, şêwey ’aşiq û diłdarî girt
guł le baẍanda coşawe, řeng řeng sef sefyan kêşawe
lale dełêy dił êşawe, kenarî coybarî girt
seday sêta lew xware dê, ahengî tare dyare dê
ya sewtî qumrî û sare dê?, bezmyan řûy gułzarî girt
bulbul hatbiwe ḧałî mirdin, bergî ẍunçey wela birdin
ta têr debê le maç kirdin, xar gerden û bazařî girt
lale sertapêy xwênawe, cergî be çend cê sûtawe
diłî herwek min şêwawe, daẍî zulf û řûy yarî girt
heta negrîm neřwa sebirim, damanî yar kengê bigirim
leber ’emrî qumrî bimirim, serwî le nêw kenarî girt
yaran neken bazî nezer, berdene seydî bazîker
zorim dî bazî bêxeber, şabazî dewłet yarî girt
řojêkî pîrî meykede, fermûy: diłit be hîç mede
ew diłe piř le mefsede, ’eksêkî řûy diłdarî girt
ẍafił bûm carê le nekaw, řengî ẍeyrêkim kewte çaw
qelbî selîmî natewaw, nexoş bû lêm azarî girt
karî diłim çil řoze bû, nek bêkarî û deroze bû
meqsûdî min pîroze bû, ew řoyî bûtîmarî girt
ew nefsî bêhewayî min, serkeş bû bêřezayî min
camî cîhan numayî min, serzede bû ẍubarî girt
leser taqî biroy canane, şeyday zulfî perêşane
sewdaser ew dił dêwane, qîbley berda zunnarî girt
pîrî min û dostî xuday, řoḧim fîday şerit û wefay
dîsan leber nûrî zyay, herdû dunya enwarî girt
lew sehbaye řoḧî diłe, areqî řûy bergî gułe
zanî diłim bêḧasłe, destî diłî bîmarî girt
le sayey řojî hîmmetî, «wefayî» bû be cennetî
nexlî sinewber sûretî, bar bar berî gułnarî girt