serab

From the Book:
Le Xurbeta
By:
Mohammad Omar Osman (1957-2019)
 1 minutes  987 views
tewaw diłnyam qijim ke nuqmî befrî pîrîye...
le sayey toda.. take tałêkî hergîza û hergîz řeş nabêtewe
ger řehêłîş bê.. destim nagrî bo jêr çetreket...
jîley xefebûy diłî be dîdarit.. geş nabêtewe
***
dû dił nîm lewey çawî xewałut..
sutwî sedeha şî’rî sutawim boy nabête kil
etirsî çawit eşkî têbzê û
be nimey sozit.. deştî ẍerîbîm pir bikey le guł!
***
to ey serab.. ew dozexey řengî awit kirdote berg..
řuwew to hengawim ena.. bê umêd le bûnî kanî û
bê perwa le bûnî merg
ehatme lat.. ke cigerem da’egîrsan..
penceret exsite serpişt
wek pêm biłêy.. heway em jûre minî kuşt
nek cigere.. lik dukełî sedan daristanî sûtaw..
sînemî kird be menziłî
gerçî hergîz gułêkim nesûtanduwe û
le mestîşa.. nemişkandotewe çiłî
bo pencere ekeytewe?.. kwa heway pak?..
heway derewe û jurewe..
piře le mîkirobî sîl û bonî goř û dukełî xak