birayetîy azerbaycan û kurdistan

From the Book:
Aɫekok
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  848 views
bixiwêne bulbulî xwên germ û diłsoz
le şadyaney behar û cêjnî newroz
îtir sermayî zistanî beserçû
ewî toy diłbeẍem kird, taze derçû
be xêr çû taw û ba û baranî serma
le her goşe û kenarêk bê eser ma
dîsan wa xakî xoy deskewtewe guł
cêgey çakirdewe bo toş leser çił
gułî caran nîye tûşî xemit ka
legeł hîcran û dûrî hawdemit ka
hunerwer perwere û zana pesnide
le meşda wa keş û wa serbiłinde
le toş zyatir emin mesrûr û şadim
sirûd xwênêkî xakî pakî madim
heta wêsta minîş yexsîr û dîl bûm
le bendî îrtica’ mat û zelîl bûm
wiłatî girtibûm befrî hejarî
kiřêwey negbetim pêda debarî
le sayey komełî pakî dêmukřat
be awatî diłim geyum be awat
mijî xem be şinebay agiradî řoyî
le ser sablaxe ałay serbexoyî
çi azadî heta wêsta eger kurd
le řêy řizgarya deykird desû bird
be tenha hozê yaxo pole swarê
be şîr û xencerêk û berdudarê
dehate kar û her bem cor û terze
tewawî herduboy dênaye lerze
ewêsta serbeser kurdî wiłatî
ře’yet, ’aşîret, şarî, dêhatî
le sayey pêşeway zana û hunerwer
hemû pêşmerge û gyanbaze yekser
jin û pîyaw, kiç û kuř, gewre û wird
be xwêngermî be yek awaz dełên: kurd
hemûyan bêçwe şêrî sef şikênin
hemû dost hêner û dujmin řifênin
be çatir eslîḧe techîz kirawin
be çatir terbyet te’lîm dirawin
nexwaze emřo lutfêke xudayî
ke azerbaycan destî birayî
legeł kurdî be řastî nawete dest
ke îsti’mar biken berbest û bê hest
çi azerbaycan, agiristane
ewî deybînî wek şêrî jyane
le řêgey nîştiman pakî fidayîn
nîfaq sûtên û daxwazî birayîn
desa kêye bikoxê řûberûman
meger wek seg biqořênin le dûman
mîsale: «ger bira yarî bira bê
le lay xwařa meger derd û bełabê»
were bulbul mebe çî dîke xamoş
le to deng û le min şî’rî teř û xoş
xuda ew dû gelane bextyar key
be cêy wan dax le dił herdem hejar key