11

dastana beyana newroza sultanî tesmyeyê mewsimê surûr û şadmanî bi mersûmê qedîmê kurdistanî ku wan digotê: sersal, ’ed dikirin bi ’îdê û sal
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 2 Xulek  1052 Dîtin
xellaqê cehan ji feyzê fitret
hey’atê felek bi wechê qudret
bê qalb û bê muḧît û miqyas
bê alet û bê muşîr û miqras
ev çende mu’ezzem û mudewwer
ev řenge musenne’ û mukerrer
înane bi me’reza û wicûdê
kêşane bi menzera şuhûdê
ḧikmet ewe ev hemî li karin
hindek di peya û hin swarin
hindek di betî’ û hin serî’in
hindek di mu’în û hin munî’in
hin mudbirin ew hinek mudebber
hin muqbiln ew hinek muqedder
hin katbin ew hinek di ustad
hin mutirbin ew hinek di cellad
hin řo jiperest û hin şeb efrûz
hin ẍusse řevîn û hin ẍem endûz
hindek di misalê zîn zerîne
hin şubhî memê di muşterîne
balcimlihErebî museyqel û munîrin
hin padşehin hinek wezîrin
hindek ji teḧerruka tebî’î
ew têne bi nuqteya rebî’î
tecdîd dikin ji bo me salê
gava wekû têne i’tidalê
danayê mu’emmerê kuhen sal
ev řengehe go ji bo me eḧwal
ku ’adetê pêşîyê zemanan
ev bû li hemî cih û mekanan
weqtê wekû şehsiwarê xawer
teḧwîl dikir di mahê azer
ye’nî ku dihate burcê sersal
qet kes nedma di mesken û mal
balcimlihErebî diçûne der ji malan
ḧetta digehşite pîr û kalan
řo ja ku dibûye ’îd û newrûz
te’zîm ji bû dema dil efrûz
seḧra û çemen dikirne mesken
beyda û demen dikirne gulşen
xasma ’ezeb û kiçê di bakir
alqisihErebî cewahrê di nadir
têkda di muzeyyen û mulebbes
vêkira li teferrucê murexxes
lêkin ne bi tuhmetet û bi minnet
belkî bi terîqê şer’ û sunnet
lewra ku ewan ẍerez ji geştê
meqsûd ji çûyîna bi deştê
ew bû ku çi talb û çi metlûb
ye’nî du teref muḧbib û meḧbûb
ev herdu celeb ku hev bibînin
kuf’ê di xwe ew ji bo xwe bînin