firmêskî hejarêk

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  1757 Dîtin
sałî 1957 wek le pêşekîda gutim berew mosko çûm, hêndêk le biraderanî ’êraqî û sûrî neyanhêşt û leçîkuslofakyawe deryan kirdim. mangêk le ełmanyada sergerdan xulamewe. řojêk le ser çomî [řayn] ẍurbetîm hestabû, em şî’ranem hondewe:
leser çomî řaynCih le řojgarê carê
tika eşkî aware kurdê, hejarê
beserya xuřî: kwênderîy ey tikey swêr
eto û êre çî denke firmêskî bê xêr?
witî: awî çawî kuřî kurdistanim
le decleCih û furatCihřaye naw û nîşanim
le zêřîneřûdCih û tetahoCih selamê
le bejinit le çilçeşmeCih pême peyamê
leserxo be ey řaynî şox û şîrîn
şitêk bûyn emeş gerçî êsta esîrîn
heçend dîl û bêçareşe nîştimanim
bibexşe le cêy toy be xoştir dezanim
çi kełweCih û çi sîrwanCih û awêjeřoCihye
be dîmen hemûy şox û şengitir le toye
eger ladeçê em temey negbetîman
be xawen debê kêw û çom û zewîman
le diřkî neyaran bijarêkî dekirê
hezaranî wek to le şabaşî dedrê
bełê awî çawim le dił hełkizawim
leřêy serbexobûnî kurdan řijawim
witî řaynCih: ey tîşk û hêzî diłî min
were baweşim bitbeme beḧrî bê bin
be hawar û dadit muḧît bişłejêne
le çepgerdî gerdûn beşî kurd bisêne